Rojnamevan Dekak: Dibe ku Hilbijartinê de Encamên Neçaverêkirî Derkevin

Berbijarê BDP'ê yê Urfa'yê Osman Baydemîr

Li Tirkîyê sibe Yekşemê hilbijartinên herêmî yên giştî pêk tên ku gelek kes bi heyecaneke mezin li benda encaman in.

Pisporên sîyasî van hilbijartinan jibo Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan wek îmtîhaneke girîng dihesibînin ku di vê dawîyê de demên dijwar diborîne.

Rojnamevan Maşallah Dekak ku bajarên Kurdan ji nêzîk ve dişopîne ji Dengê Amerîka re qala nêrîn, çavdêrî û pêşbînîyên xwe dike.

Dekak dibêje encamên hilbijatinê jibo berdewamîya Pêvajoya Aştî û çareserkirina pirsa Kurd pir girîng e.

"Kurd hêvî dikin ku AKP zayiftir be lê di heman demê de bi tirs in ku partîyên din dawî li pavejoyê bînin.

Dekak pêşbînî dike ku BDP bi awayekî berbiçav dengên xwe zêde bike, lê bi ser nekeve ku bajarvanîya Ruhayê qezenc bike.

Your browser doesn’t support HTML5

M_Dekak_3_30_14_RR