Wezîrên Derve yê Urdunê El Safadî Serdana Îranê Dike

Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen Safadî

Ajansa Nûçeyan ya Xwendekarên Îranê ragihand ku Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen El Safadî dê roja Yekşemê serdana Îranê bike.

Ajansê diyar kir ku di wê serdanê de El Safadî dê bi hevtayê xwe yê Îranî re bicive, serdan di demekê de pêktê, piştî kuştina rêberê Hamasê Îsmaîl Hanîye li Tehranê di êrîşeke ku Îsraîl bi wê tê tometbar kirin, ku ji sedema wê bûyerê alozî li herêmê zêde dibe.

Her wiha Ajansa Nûçeyan a Urdinê Petra jî dibêje ku Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Derve Eymen El Safadî dê îro Yekşemê serdana Îranê bike û li wir peyama şahê Urdunê Ebdullahê Duyem bigihîne Serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, her du alî dê ser rewşa herêmê û têkiliyên dualî gotûbêjan bikin

Di vê serdanê de, Safadî dê bi Wezîrê Derve yê Îranê yê bi wekalet Elî Bağerî Kanî re jî hevdîtinên berfireh bike.

Kuştina serokê buroya siyasî ya Hamasê li Îranê, û êrişa Israîlî ku di encamê de serkirdeyek leşkerî navdar yê Hizbullahê Fûad Şukr li Beyrûtê hat kuştin, tirsa berfirehbûna qada şerê di navbera Îsraîlê de ji aliyekî û Îran û aliyên ku li Lubnan, Sûriye, Iraq û Yemenê piştgiriya wê dikin li aliyê din.

Hêjayî gotinê ye ku Urdun yek ji wan welatan bû ku mûşek û dronên Îranê di Nîsana borî de piştî êrişa Îsraîlê bo ser balyozxaneya wî welatî li Şamê xistibûn xwarê, herwiha artêşa Amerîkayê û hin hevalbendên Îsraîlê li çend baregehên Sûriyê, Urdun û Iraqê hêzên xwe belav kirin.

Urdunê pêştir soz dabû ku qada xwe ya asmanî ji hemû aliyan biparêze di egera her pevçûnek herêmî de.