Îsraîl: Li Nêzî Pira Allenby ya li Ser Sînorê Urdunê 3 Kes Hatin Kuştin

Teqekirin li deriyê sînor yê di navbera Îsraîl û Kerta Rojava de li ser sînorê Urdunê 08/09/2024

Saziya Ambûlansê ya Îsraîlî (Magen David Adom) ragihand ku roja Yekşemê 3 kes di encama teqekirinê de ku li nêzîkî pira Allenby (Melik Husên) ya ku Kenara Rojava bi Urdunê ve girê dide de, hatine kuştin.

Radyoya Artêşa Îsraîlê ragihand ku di encama gulebaranê de "3 kesên 50 salî hatin kuştin".

Radyoyê her wiha li ser zarê çavkaniyek ewlekarî ya Îsraîlî ragihand ku berpirsê êrîşê "şofêrekî kamyonê ye ku ji aliyê Urdunê ve hatiye û dest bi teqekirinê kiriye."

Saziya Stêrka Dawid ya Sor, berê li ser platforma "X" ragihandibû ku "3 birîndarên krîtîk di encama gulebarana li derbasgeha Allenby ya bi Urdunê re hene, hêzên ewlehiyê û ambûlans bilez çûn cihê bûyerê."

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku derbarê bûyera teqekirinê de raporek gihîştiye destê wan. Ajansa Associated Press ji zarê polîsên Îsraîlê ragihand ku berpirsê êrîşê hatiye kuştin.

Jêder: AP/Alhurra