Artêşa Urdunê Dibêje Wan Droneke Barkirî ji TNT ku ji Sûriyê Dihat Xistine

Arşîv: Drona bi navê Fifa ya ku li Urdunê xistine xwar.

DUBAI — Roja Çarşemê, artêşa Urdunê firokeyeke bê firokevan ku bi madeyên teqîner ya ku ji Sûriyê dihat, xist xwarê, li gorî Ajansên Nûçeyan ya Reuters û ya Urdunê (Petra).

Ajansê got ku enya leşkerî ya rojhilat "sibeha roja Çarşemê, li ser yek ji eniyên wê yên di sînordariya wê de, dronek ya bi madeyên teqemenî yên ji curê (TNT) barkirî û ji xaka Sûriyê dihat xistine."

Çavkaniyeke leşkerî ya fermî di Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar yên Urdunê de got “Hêzên Zêrevanên Sînor bi hemahengî ligel Rêveberiya Kontrolkirina Madeyên Hişber û saziyên ewlekariya leşkerî, derbasbûna dronekê bi şêweke neyasayî ji sînorê Sûriyê ber bi axa Urdinê ve şopand, û ew di nava axa Urdunê de xistine xwar.”

Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku, ew firoke ji aliyê tîmeke Endezyarî ya Qraliyetê ve hat kontrolkirin, û tekez kir ku hêzên çekdar yên Urdinê "bi hemû hêz û rijdbûna xwe re li dij her gefekê li eniyên sînorî berdewam in, her hewildaneke bi mebesta têkdana aramî ewlekariya welat be û welatiyan bitirsîne ewê bersivê bidin."

Di 25ê Sibata borî de, artêşa Urdunê xistina dronekê ku ji Sûriyê bi bombeyên destan û çekan barkirî bû xistbû xwar.

Artêşa Urdunê dem bi dem radigihîne ku ew rê li ber qaçaxçîtiya çek û madeyên hişber bi taybetî hebên Captagon ji Sûriyê ber bi memleketê Urdunê ve digre.

Artêşê ragihand ku wê roja Yekşemê dronek ku ji bo qaçaxçîtiya krîstala narkotîkê ji Sûriyê bo Urdunê hatibû bikaranîn, xistiye xwarê.
Sînorê Urdunê bi Sûriyê re nêzî 375 km e.

Jêder: Reuters/PETRA/Alhurra