Civata Ewlekarî Careke Din Banga Cîhanîna Agirbestê li Hemî Sûrîyê Dike

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî îro Çarşemê banga cîhanîna agirbestê li seranser Sûrîyê kir û xema xwe li ser rewşa mirovahîya li wî welatî dîyar kir.

Serokê demkî ya Civata Ewlekarî, balyozê Hollandî li Neteweyên Yekbûyî, Karel van Oosterom daxuyanîyeke nivîskî li ser civîna awarte ya ser rewşa Sûrîyê weşand.

“Sekinandina neyartîya hate nîqaş kirin û Civata Ewlekarî banga cîhanîna biryara 2401 ya agirbesta li tevahîya Sûrîyê dubare kir,” van Oosterom got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hemî 15 endamên civatê, di 24ê Şubatê de, bi yekdengî biryara sekinandina şer li Sûrîyê dabû.