Civata Ewlekarîyê Hember Hilweşandina UNRWA Hişyarî Dide

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî îro Çarşemê bi xurtî hişyarî da ku divê Ajansa Alîkarî ya jibo Penaberên Filîstînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) neyê hilweşandin yan qels kirin.

Civata Ewlekarî ya bi 15 endaman, bi daxuyanîyekê hevbeş xema xwe li ser biryara parlamana Îsraîlê ya roja Duşemê dîyar kir.

“Her hewilên tunekirin yan qelskirina xabatên UNRWA wê encamên giran yên mirovahî li ser bi mîlyonan penaberên Filîstînî çêkin ku hewceyî xizmetên wê ajansê ne û herwiha bandorên neyînî li ser herêmê jî bikin,” daxuyanîya civatê got.

Parlamana Îsraîlî biryar dabû ku dawî li operasyon û erka UNRWA bîne û ew qanun di nava 90 rojan de aktîf be.

Di biryara 92 dengên erê beramber 10 dengên na de, parlamana Îsraîlê Knesset Orşelîma Rojhilat, Gaza û Kenara roava jî di nav de, hemî kiryarên UNRWA yên li nava axa Îsraîlê qedexe dike.

Karbidestên Îsraîlî dibêjin ku hin endamên UNRWA di êrîşa 7’ê Cotmeha 2023’yan de cîh girtine û hinekn din jî endamên Hamas û komên çekdar din yên çekdar in.

Hêjayî bîrxistinê ye ku serokê UNRWA Philippe Lazzarini ev biryara Îsraîlê wek cezayekî girseyî bi nav kiribû.

Jêder: AP