Civata Ewlekarî ya NY li Gaza Agirbesta Demûdest Dixwaze

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî îro Duşemê daxwaza agirbesteke lezgîn ya navbera Îsraîl û Hamasê û demûdest berdana bê şert û merc ya hemî dîlên destê Hamasê kir.

Biryara ku ji alîyê 10 endamên hilbijartî yên Civata Ewlekarîyê hatibû pêşnîyar kirin, ji hêla bi 14 endaman hate girtin û Amerîka di dengdanê de cîh negirt.

Balyozê Cezayîrê yê NY Amar Bendcama piştî dengdanê got ku ev xwînrijandin pir dirêj dom kir û divê ber ku pir dereng be divê ew dawî li vê xûnrijandinê bînin.

Biryara Civata Ewlekarîyê herwiha dubare kir ku divê gihandina alîkarîyên mirovahî ji Gazayê re were fireh kirin û sivîlên li tevahîya Kerta Gaza werin parastin û hemê astengîyên pêşîya şandin û belavkirina alîkarîyên mirovahî werin rakirin.

Balyoza Amerîkî ya li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield ji got ku piştgirîya wan ya jibo wan armancan tenê bi devkî ye, lê ew bê navber dixebitin ku bi rêya dîplomasîya xwe wan tiştana li erdê jî pêk bînin.

"Agirbestek demûdest dikare bi azadkirina dîlê pêşîn destpê bike û jiber vê jî divê em givaştina ser f Hamasê bikin ku wê gavê bavêje."

Greenfield herwiha got ku wan di dengdanê de cîh negirt jiber ku ew bi tevahîya navêroka pêşnyarê ne hevbîr bû û di nivîsê de şermezarkirina Hamasê tunebû.

Radyoya artêşa Îsraîlê demeke kurt berî destpêkirina civîna NY ragihandibû ku ger Amerîka pêşnîyarê veto meke, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu wê çûyîna şandeke plankirî ya Washingtonê betal bike.

Jêder: Reuters