NY Dibêje Heta Niha 100 Xebarkarên Wê li Gaza Hatine Kuştin

Serokê ajansa Neteweyên Yekbûyî yê jibo Penaberên Filîstînî (UNRWA) Philippe Lazzarini îro Înê got ku ji destpêka şerê Îsraîl û Hamasê heta niha zêdetirî 100 xebatkarên wan hatine kuştin.

Lazzarini li ser platforma medya civakî X got ku ev wek UNRWA jiber kuştina hevkarên xwe pir xemgîn in û şîna wan digirin.

"Di mehekê de zêdetirî 100 hevkarên UNRWA hatin kuştin. Dêûbav, mamoste, hemşîre, doktor, xebatkarên piştgiriyê. UNRWA di şînê ye, Filîstînî di şînê de ne, Îsraîlî jî şînê de ne."

Lazzarini bi berdewamî banga agirbesteke mirovahî li Gaza dubare kir.

Bi alîyekî din ve, balyozê Rûsya yê li Îsraîlê Anatoly Viktorov îro w pêşnîyar dike ku di derbarê kêşeya Îsraîl û Filîstînê de bi beşdarîya nûnerên dewletên Rojhilata Navîn civîneke were dar xistin.

Moskowê got ku bo nehiştina metirsîya şerekî berfireh û zêdebûna "çalakîyên terorîstî" jinûve destpêkirina danûstandinên Îsraîl û Filîstînê girîng e.