Şêx Mihemed Bin Zayed Wek Serokê Nû yê Îmaratê Hat Hilbijartin

Şêx Mihemed Bin Zayed Al-Nahyan

Rêberê defakto yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Şêx Mihemed Bin Zayed Al-Nahyan roja Şemîyê ji alîyê encûmena bilind a federalî ve wek serokê Îmaratê hat hilbijartin, û desthilata xwe li ser berhemhênera petrolê a OPEC û lîstikvanê sereke yê herêmê kir.

Ew dibe serok di demekê de ku têkiliyên demdirêj ên Îmaratê bi Amerîka re teng bûne, ji ber nîgeraniyên Amerîka yên ewlehiyê jiber hevalbendên xwe yên Kendavê û ji ber ku welatên rojavayî li piştgirîyê ji herêmê digerin da ku alîkarbin di veqetandina Rûsyayê li ser nakokiya bi Ukraynayê re.

Civata federal ya ku rêberên heft mirgehên Îmaratê kom dike, Şêx Mihemed, ku bi navê MbZ tê nasîn hilbijart, rojek êpiştî mirina nîv birayê wî, Serok Şêx Xelîfe bin Zayed, ku di heman demê de desthilatdarê mîrgeha Ebu Dabî jî bû.

Serokê Dubay Şêx Mihemed Bin Reşîd El-Mektûm ku di heman demê de cîgirê serok û serokwezîrê Îmaratê ye, di posteke Twitterê de got:
"Em pîrozbahîya wî dikin û soza dilsoziyê bi wî re weke gelê xwe didin û hemû welat wê rêberiya wî heta rûmetê bişopînin."

Rêvebiriya Biden di gerya ku têkiliyên xwe bi welatên giran ên petrolê Erebistana Siûdî û Îmaratê re sererast bike .Herduyan jî red kirin ku di şerê Rûsya-Ukrayna de bibin alî û bangên rojavayî yên ji bo derxistina zêdetir neftê ji bo kêmkirina bihayên xav red kirin.

Ne diyar bû ka Serok Joe Biden dê di nav serokên cîhanê de be, yên ku diçin Ebû Dabî ji bo sersaxiyê ji mirina Şêx Xelîfe re pêşkêş bikin. Serokê Fransa Emmanuel Macron dê roja Yekşemê gehîte wêrê.