Îsraîl Sozê Dide Amerîka ku Ziyanê Negihîne Hêzên UNIFIL li Lubnanê

Hêzên (UNIFIL) li Lubnanê

Hêzên (UNIFIL) li Lubnanê

Wezareta berevanîya Îsraîlê roja Yekşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku Wezîrê Berevanîyê Yoav Gallant ji hevtayê xwe yê Amerîkî Lloyd Austin re got ku Îsraîl wê tedbîran bigire da ku zararê nede hêzên aştîparêz yên Neteweyên Yekbûyî yên ku li başûrê Lubnanê hatine bicihkirin.

"Wezîr Gallant destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê (IDF) wê tedbîran bigire, da ku zararê nede hêzên UNIFIL û enîyên aştîparêzrên li başûrê Lubnanê," wezaretê piştî peywendîya herdu wezîran ku bi şev pêkhatbû got.

Di rojên dawî de her herî kêm 5 leşkerên aştîparêz yên UNIFIL dema êrîşên hêzên Îsraîlî yên dijî Hizbullahê li başûrê Lubnanê de birîndar bûne.

Erka parastina aştiyê, UNIFIL, artêşa Îsraîlê bi gulebarankirina "bi qestî" ya enîyên xwe tawanbar dike.

UNIFIL got ku, di van rojên dawî de, hêzên wê gelek caran li bajarokê Naqûra yê Lubnanê ku navenda wê lê ye, û herwiha li cihên din rastî topbaranê hatine.

Çil welatên ku di hêza aştîparêz ya Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê de cîh digrin roja Şemîyê bi daxuyanîyeke hevpar " êrîşên dawî" yên li ser aştîparêzan bi tundî şermezar dikin.

"Divê kiryarên bi wiha demûdest rawestin û divê werin vekolîn kirin," di daxuyanîyê de hat gotin.

UNIFIL, ku tê de qasî 9500 leşkerên ji nêzî 50 welatan hene di bingeh de, bi çavdêrîya agirbesta piştî ku şerê 33-rojî ya di 2006’an de di navbera Îsraîl û Hizbullah de bi dawî kir, li Lubnanê erkdar e.

Jêder:AFP