Netanyahu: Hizbullah Hêzên UNIFIL li Lubnanê Wekî 'Mertalên Mirovî' Bikar Tîne

Hin Endamên (UNIFIL) li Başûrê Lubnanê

Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu roja Yekşemê bang li sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres kir ku hêzên aştîparêz yên li başûrê Lubnanê bicihkirîne ji "xeterîya zarardîtinê" derxîne.

Netanyahu îdia kir ku Hîzbullah, Hêza Demkî ya NY li Lubnanê (UNIFIL) ku mîna hêzên aştîparêz yên navnetweyewî tên naskirin, wekî "mertalên mirovî" bikar tîne.

Banga Netanyahu ya ji Guterres re hat, rojek piştî ku NY redkir ku hêzên aştîparêz ji ji herema sînor ya li Lubnanê vekişîne, tevî ku pênc endamên wê di nav şerên vê dawîyê de birîndar bûne.

"Birêz Sekreterê Giştî, hêzên UNIFIL ji xeterîya zarar dîtinê derxîne. Divê ev yek niha, demûdest were kirin," di vîdyoyeke ofîsa wî weşand de, Netanyahu got.

Netanyahu got ku hêzên Îsraîlî gelek caran ji UNIFIL xwestine ku ev xalên xwe vala bikin, lê ew "bi redkirina dubarekî re rûbirû mane," ku ev yek " ji terorîstên Hîzbullah re mertalek mirovî " peyda dike.

"Redkirina te ya vekişîna hêzên UNIFIL wan dike dîlên Hîzbullahê. Ev yek hem wan û hem jî jiyana hêzên me dixe xeterîyê," wî got.

"Em xembar in ku wê zirarê dide hêzên UNIFIL zararê bibînin û em çi ji destê me tê dikin da ku pêşî li zararên wiha bigirin. Lê awayê herî hêsan û eşkere jibo piştrastkirina vê yekê, tenê vekişandina wan ji herema xeter e," wî got.

Berdevika UNIFIL Andrea Tenenti roja Şemiyê di hevpeyvînekê de ji AFP re got ku: "Biryareke yekdengî hebû ku UNIFIl bimîne, jiber ku girîng e ala NY hîn li vê herêmê bilind be, û bikaribe rapor bide Civata Ewlekarîyê."

Vê jî bixwîne: Îsraîl Sozê Dide Amerîka ku Ziyanê Negihîne Hêzên UNIFIL li Lubnanê

Andrea Tenenti got ku Îsraîlê ji UNIFIL vekişîna ji xalên "heta pênc kîlometre dûrî Xeta Şîn,"daxwaz kiriye, ya ku herdu welatan ji hev vediqetîne, lê hêzên aştîxwaz red kiriye.

Daxwaza Îsraîlê tê wateya valakirina 29 xalên li başûrê Lubnanê jî.

UNIFIL, ji 9500 hêzên ji derdora 50 welatan pêk tê, ku piştî dagirkirina Îsraîlê ya 1978'an ya Lubnanê hat avakirin.

Ew niha bi çavdêriya agirbesta ku şerê 33 rojî di 2006’an de di navbera Îsraîl û Hizbullah de bi dawî anî, hatiye erkdarkirin.

40 welatên ku di UNIFIL de cîh digrên roja Şemiyê "bi tundî êrîşên vê dawiyê" li ser aştîparêzan şermezar kirin.

Netanyahu got ku ew rexneyênê li Îsraîl xelet in û di şûnê divê li Hîzbullahê werin kirin.

Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mikatî banga Netanyahu ya ji Guterres re şermezar kir.

"Lubnan helwesta Netanyahu û êrîşa Îsraîlê ya li dijî hêzên aştiyê yên UNIFIL şermezar dike. Hişyariya ku Netanyahu ji Guterres re ku daxwaza vekîşana UNIFIL’ê dike, di nêzîkatîya dijmin de ku li gor pîvanên navneteweyî tevnagere, qonaxeke nû nîşan dide," wî got.

Jêder: AFP