Hêzên Îtalî yên Nava UNIFL li Lubnanê Bûne Armanca Êrîşekê

Îtalya îro Înê radigihîne ku dijî mîsyona hêza aştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Lubnanê, ku bi navê UNIFIL tê zanîn, êrîşeke roketî li dar ketiye.

Li gor ragihandina Îtalya di êrîşê de 4 leşkerên wê birîndar bûne.

Serokwezîrê Îtalya Giorgia Meloni bi daxuyanîyeke ji X’ê ser êrîşa li başûrê Lubnanê bertek nîşan da.

Meloni dîyar kir ku birîndarbûna leşkerên Îtalî hêrsa wê rakiriye û ew xistiye fikaran.

Wê got ku ew hêvî dikin ku berpirsên êrîşan di demeke nêz de werin dîtin û bang li hemî alîyên li qadê kir ku jibo ewlekarîya leşkerên UNIFIL garantî bidin.

Mîsyona berevanîya aştîyê jiber şerê leşkerên Îsraîlî û çekdarên Hizbullahê yên bi piştgirîya Îranê li Lubnana Başûr hatin bi cîh kirin.

Îtalya ji demeke dirêj vir ve jibo wê operasyona pir neteweyî piştgirîyeke girîng dide.