UNICEF: 5 Mîlyon Zarokên Îraqî di Rewşeke Krîtîk de Ne

Sindoqa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), îro Pêncşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku jibo 5 mîlyon zarokên li Îraqê, bi awayekî demûdest pêdivîyên xwarin-vexwarinê hewce ne.

‘’Li Îraqê, zarok hîn jî şer û tundûtûjîyeke ku nayê xeyal kirin dibînin. Di yek ji şerên herî giran ya salên dawî de, zarok têne kuştin, birîndar kirin û wan didin zorê ku şer bikin û bikujin’’ UNICEF’ê got.

UNICEF’ê bi berdewamî da zanîn ku çekdarên DAIŞ’ê, li Mûsilê jibo ku rê li ber malbatên hewil didin birevin bigirin, bi qestî zarokên wan dikujin.

Rêxistinên navnetewî dîyar kir ku li Bajarê Kevin ya Mûsilê, ji 100,000 zêdetir sîvîl asê mane ku nîvê wan zarok in.

UNICEF’ê da zanîn ku ji 2014’an vir ve, ku rêxistinên tundrê wê salê axa Îraqê bi dest xistibûn, ji 1000’î zêdetir zarok hatine kuştin û bi qasî 1100 zarokên din jî birîndar bûne.

Piştî ku hêzên ku Amerîka piştgirîya wan dike, di sala 2015’an de li Îraqê êrîş birin ser rêxistinên tundrê, piranîya bajarên ku kontrol kiribûn ji dest wan derket.

Operasyona Mûsilê jî ber bi qedandinê ve diçe ku DAIŞ ew bajar wek paytaxta xwe ya li Îraqê didît.