UNICEF Bal Dikşîne Ser Rewşa Xeter ya Zarokên Îraqî

Qîzeke Êzîdî li Çîyayê Şengalê. UNICEF bal dikşîne rewşa xirab ya zarokên Îraqî

Sindoqa Tengavî ya Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) îro Pêncşemê dibêje ku yek jî pênc zarokên Îraqî di bin metirsîyeke giran ya mirin, birîndarbûn, tundîya seksî, revandin û bi zorê leşkerkirinê ne.

Nûnerê UNICEFê li Îraqê Peter Hawkins got ku zarok di nav xeta êgir de ne û bi berdewam têne armancgirtin.

Li gor raporta dawî ya UNICEFê, di nav du sal û nîvan de ldi mehekê de nêzîkî 50 zarok hatine revandin û bi zorê ji nav şer û zêdegavîyên seksî re re hatine kişandin.

"Revandina zarokan ji mal û dibistanên wan û ji kolanan cîhê tirsê ye. Hinek ji wan ji alîyê çeteyên tawankarî têne revandin, lê piranî dibin qurbanîyên DAIŞê,” Hawkins bi berdewamî got.

Hawkins ji VOA re got ku bi piranî zarokên civakên kêmanî têne armancgirtin û ew zarok yan jibo seksê tên xebitandin, yan jî wek leşkerên zarok tên karanîn.