UNESCO Dixwaze Qadên Dîrokî yên Lviv û Kîevê Bixe Lîsta Mîrasa Cîhanê

Karbidestekî payabilind yê Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Sêşemê ragihand ku divê hin berhemên li Ukrayna bikevin lîsta Mîrata Cîhanê ya UNESCO.

Serokê Mîrata Cîhanê Lazaer Eloundou li Parîsê dîyar kir Katedrala Saint Sophia ya Kîevê û navenda dîrokî ya Lvivê jiber dagirkerîya Rûsya re bi metirsîyan re rûbirû mane.

‘’Li herêmên tampon yên li dora wan cîhan êrîş li dar ketin û em nizanin ku di siberojê de wê çi biqewime.’’

Eloundou dîyar kir ku Komîteya Mîrata Cîhanê dê 10-15’ê Îlonê li Rîyadê bicive û got ku çaverê ye komîte bi rêberîya pisporan biryarê bide ku ew cihên li Liviv û Kîevê bi awayeî eşkere di metirsîyê de ne.

Navenda Odesa, ku bajarê bendergehê ye, di lîsta Mîrata Cîhanê de.

Jimareke avahîyên li Odesa, meha Tîrmehê di êrîşan de hilweşîbûn û UNESCO ew êrîş bi tundî rexne kiribûn.

UNESCO dide zanîn ku li gor tomarên wan hêzên Rûsî ji şerê Rûsya û Ukrayna vir ve zarar dane 270 qadên çandî.

Jêder: AFP