UNCHR: Jibo Afganîyên Asêmayî Çareserîyeke Zelal Tuneye

Penaberên Afganî

Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) îro Înêyê ragihand ku piranîya Afganî nikarin welêt xwe biterikînin û yên ku dibe ku di xeterîyê de ne, 'çareserîyeke wan ya zelal tune ye' ku derkevin.

Shabia Mantoo, berdevika UNHCR, banga xwe ji welatên cîran re dubare kir ku sînorên xwe vekirî bihêlin da ku mirov karibin jiber rewşa ku wê wek "krîza pêşdikeve" mafê penaberîyê bidest bixin.

"Piranîya Afganîyan nikarin bi rêyên rêkûpêk welat biterikînin. Heya îro, bo yên ku dibe ku di xeterîyê de ne 'rêkeke derketina wan ya zelal tune ye,'" Mantoo li Cenevre got.

Mantoo da zanîn ku tenê hejmareke piçûk yên Afganîyan derbazî Pakistan û Îranê bûne.

Li Pakistan û Îranê jixwe ji sedî 90'ê, 2.6 mîlyon penaberên Afganî yên ku ji deh salên borî jde i welatê xwe revîyane, dihewînên.

Mantoo pêşwazîya derxistina hemwelatîyên Afganî bi bernameyên dualî kir, lê destnîşan kir ku divê ew nekevin şûna "xebatên mirovahî yên awarte û berfireh yên navneteweyî".

"UNHCR, di ew rewşa guherbar de jibo binpêkirina mafên mirovan yên dijî sivîlan, tevî yên jin û keçan, fîkarên xwe didomîne," Mantoo got.