Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî Toleyên Ser Erîterya Radike

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî îro Çarşemê bi tevdengî biryar da ku toleyên ser Erîterya werin rakirin.

Toleyên aborî û dîplomatîk ku di dawîya sala 2009an de hatibû danan, qedexe dikir ku Erîterya çekan bikire yan jî bifiroşe û karbidestên bilind yên wî welatî bikaribin rêwîtî bikin.

Dîsa, li gor biryara Civata Ewlekarî, hebûnên Erîterîyên ku toleyên heyî binpê kirine û piştgirî dane rêxistinên çekdar hatibûn cemidandin.

Ew cezayên berfireh, di encama raporta çavderên Neteweyên Yekbûyî de, bi sedema ku Erîterya alîkarîya diravî û çekdarî daye xirabkarên Îslamî yên li Somalî, hatibp dayîn, lê Erîterya ew îdia red dikir.