UN Banga Aramiyê li Xwepêşandanên Herêma Kurdistanê Dike

Logo

Netewên Yekbûyê roja Çarşemê daxûyaniyek derbarê xwepûşandanên li Herêma Kurdistna Îraqê weşand û daxwaza aramî û xwe ragirtinê dike piştî xwepêşandanên li Herêma Otonom ya Kurdistana Îraqê hatîn encamdan û hêzên ewlekarîyê hejmarek ji beşdarên xwepêşandanan kuştîn û birîndar kirîn. Netewên Yekbûyî dide zanîn ku xwepêşandanên tên kirin li dij nedan mehaneyan karmendan, xizmetên xerab û belvbûna gendeliyê tên berdewam kirin.

Şanda NY ya li Îraqê ya ku weke UNAMI tê naskirin daxûyaniyek weşand û daxwazê ji hêzên ewlekariyê dike da ku serderiyeka aramgirtî û nerim li hember xwpêşanderan bikar bînin, herwiha bang li xwepêşanderan dike da ku çi awayên şîdet û tund û tîjiyê bikar ne înin, milk û samanên giştî biparêzên.

UNAMI di daxûyaniya xwe dibêje ew gelek xemgîn û ne rihetin derbarê şîdet û rewşa li herêmê pêkhatî.

Hiwa Qarani Qaymeqamî Ranya roja Çarşemê gote ajansa AP bi kêmî 2 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin û 80 kes kes jî birîndar bûne.