Plasschaert: Gelê Şengalê Pêwîstî bi Destpêkirina Jiyanek Nû Heye

Jinên Êzidî di şînîya qurbanioyên destê DAIŞê

Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Îraqê Jeanine Plasschaert îro Pêncşemê 3ê Tebaxê li bîranîna 9ê ya komkujiyên li dij civaka êzidî, li bajarê Hewlêr gotarek pêşkeş kir.

Di vê bîranînê de Plasschaert got "Gelê Şengalê Pêwîstî bi Destpêkirina Jiyanek Nû Heye

Plasschaert bi vê boneyê gotarek pêşkeş kir û got "Derbarê rizgarbûyên destê DAIŞê û tezmînata wan pêşkeftin hene, herwiha biraya hikûmeta îraqê ya çareser kirina nakokiyên derbarê war û malên êzidiyan li herêmê geşdanên baş hene."

Plasschaert bal kişand ser helwesta hikûmeta Îraqê û Serokwezîrê niha Muhamed Şîaa Al-Sudanî û got "Em ji pabendbûna serokwezîr Muhamed Şîaa Al-Sudanî ji bo cîbicîkirina yasaya rizgariyên êzîdî pêbawerîn."

Wê da zanîn ku "Netewên Yekgirtî berdewam piştevaniya hewlên Iraqê dike bo girtin û dîtina tawanbaran û dadgehkirina wan."

Bi boneya salvegera 9ê ya Jenosîda li dij Êzidiyan Serokwezîrê Îraqê Mohamed Şia Al Sudanî peyvek pêşkeş kir û behsa cibicîkirina biryara hikûmetê ya çareseriya pirsgirêka erd û zeviyên êzidyan kir yên ku nakokî li ser hene.

Bi rêya twîtek got "Hikûmeta Îraqê pirsgirêka erd û zeviyên girêdayî civaka Êzidî çareser kir ya ku ji sala 1975 ve, ew pirsgirêk hatbû mandial kirin."

Di peyvekê de, îro Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser pwîstiya lezgîn ya çareseriya rewşa civaka Êzidî, bi rêya twîtekê derbarê bîranîna 9î ya jenosîda li dij Êzidyan got "Pêwîste çareseriyek fîlî bo rewşa Êzidyan hebe."

Serokomarê Îraqî Abdullatîf Reşîd, di heman boneya 9ê ya Qirkirina Êzidyan de bi destên çekdarên daişê peyamek da û bi rêya twîterekê dibêje "Di 9’emîn salvegera jenosîda Êzidiyan de em ê xebatên xwe yên lêgerîna windayiyan zêdetir bikîn di jêrzemînên DAIŞê de, heta ku tawanbarên sedsalê neyên dagehkirin, jinên revandî nevegîrînin, ne dewlet, ne jî wîjdana, û ne derûna mirovan tena dibe. Rûmet û nemirî ji bo şehîdên me."

Dema ku sala 2014ê çekdarên DAIŞê herêmên berfireh yên Îraq û Sûriyê komntrol kirin, di rojeke weke îro 3ê tebaxê de, êrîşî herîma Şengalê û dewrûberên wê kirbû, bi hezaran kes ji civaka êzidî, zilam. xort, jin û zarok kuştin û revandin.