NY Ser Kuştina Dilgirtîyan ya di Şerê Rûsya û Ukrayna de Xembar E

Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Înê ragihand ku kuştina dîlgirtîyên şerê Rûsya û Ukrayna fikaran çêdike.

NY dîyar kir ku hem hêzên Rûsî hem jî yên Ukraynî li qada şer dîlgirtî îdam kirine.

Seroka Mîsyona Çavdêrîya Mafên Mirovan ya NY li Ukrayna Matilda Bogner ser kuştina dîlgirtîyan axifî.

Bogner dîyar kir ku wan bi belge kiriye ku 25 dîlgirtîyên şer yên Rûsî ji alîyê hêzên Ukraynî ve û 15 dîlgirtîyên din yên Ukraynî jî ji alîyê hêzên Rûsî ve hatine kuştin.

Wê ser cureyên îdamkirinê ti agahî neda, lê dîyar kir ku dîlgirtî demeke kin piştî hatine girtin hatine kuştin.