Civata Ewlekarî ya NY bi Rojeva Rojhilata Navîn Kombûneke Taybet Dar Xist

US-UK-UNSC-DIPLOMACY-MYANMAR

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) do Duşemê piştî nîvro jiber şerê Gaza û gurbûna girjîya li Rojhilata Navîn kom bû.

Civîna Civata Ewlekarî ya NY’ê ser daxwaza Rûsya li dar ket.

Cîgirê Nûnerê Îraqê Abas Kadhom Obaid Al-Fatlawî di civînê de dîyar kir ku hemî krîzên li Rojhilata Navîn girêdayî hevdu ne.

Al-Fatlawî got ku wan ser gurbûna girjîyê hişyarî daye û dîyar kir ew jibo berevanîya pêşengîya Îraqê ya li herêmê bikin sîyaseteke bi îstiqrar dimeşînin.

Wî dîyar kir ku êrîşên Amerîka yên li herêmê ne li gor peywendîyên bi Washingtonê re ne û got ku ew wan êrîşan hem red dikin hem şermezar dikin.

Balyozê Sûrîyê yê li NY’ê Koussay Aldahhak jî ser pevçûn, êş û bê îstiqrarîya Rojhilata Navîn ‘’sîyaseta hilweşîner û şaş’’ ya Amerîka tawanbar kir.

Aldahhak got ku Washington bi awaekî bê sînor piştgirî dide dagirkerîya Îsraîlê û zilma wê ya dijî Filîstînîyan.

Wî dîyar kir ku rêvebirîyên Amerîka li Civata Elwekarî endamtîyên xwe her jibo ‘’karên xirab’’ bi kar tînin û got ku Sûrîye jî di nav de mudaxale li karên navxweyî yên dewletên din dikin.

Cîgirê Nûnerê Amerîka yê li NY’ê û Balyoz Robert Wood jî ser êrîşên Amerîka yên dijî hezên Îranê û çekdarên bi piştgirîya wan got ku li gor mafên rêwa yên berevanîyê li dar ketine.

Wood bi bîr xist ku di 28’ê Çileyê de li herêmê 3 leşkerên Amerîkî hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne û ser vê rewşê got ku hilweşîner e.

Karbidestê Amerîkî dîyar kir ku Amerîka li gor hiqûqa navneteweyî û bi mafên rêwa bersîva êrîşan daye.

‘’Me berê jî bi nameyan jimareke caran ji civatê re dîyar kir ku emê jibo bersîvan bidin êrîşên dijî hemwelatî, personel û navendên Amerîkî zêdetir tedbîran bistînin.’’

Wî dîyar kir ku Amerîka jibo kêmkirina girjîya li Gaza bi awayekî aktîf dixebite û got ku Amerîka naxwaze li herêmê zêdetir pevçûn nabein.

Wood ku Amerîka naxwaze bi awayekî rastexwe bi Îranê şer bike, lê dîyar kir ku ewê berevanîya hêzên xwe bikin.

Civîna li NY’ê piştî êrîşên Amerîka yên li Îraq û Sûrîyê li dar ket.

Amerîka dîyar dike ku hin navendên li Îraq û Sûrîyê ji alîyê çekdarên bi piştgirîya Îranê ve jibo êrîşên dijî hêzên Amerîkî yên li herêmê têne karanîn.

Dawîya meha borî li Urdunê di êrîşeke wisa de 3 leşkerên Amerîkî hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Jêderên leşkerî yên Amerîkî dibêjin hêzên wan li Îraq û Sûrîyê êrîş birine ser pirtir ji 85 navendan.