Raporta NY Dibêje Îran Dijî Rojnamevanên li Derveyî Welêt Gefan Dike

Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi raporekê ragihand ku gefên Îranê yên dijî rojnamevanên li derveyî welêt dixebitin fikaran çêdikin.

Li gor raporê Îran dijî rojnamevanên BBC Farisî, Iran International, Voice of America, IranWire û Deutsche Welle gefan dixwe.

Rapor dîyar dike ku karbidestên Îranê jibo zextê çêkin nasên wan rojnamevanan re kom bûne, dijî wan gef xwarine, ew tawanbar kirine û girtine.

Wezareta Derve ya Îranê, Cotmeha 2022’yan dijî BBC Farisî û Iran Internationalê tole ragihandibûn û hebûnên xebatkarên wan cemidandibûn.

BBC’yê ser gefên dijî rojnamevanên wê yên servîsa Farisî û malbatên wan serî li NY’ê dabû ku mîsyona wê ya ser mafên mirovan yên li Îranê lêkolînê bike.