Pirtir ji 100,000 Ukraynî Derbazî Brîtanya Bûne

Komeke sîvîlên Ukraynî (Arşîv)

Hikûmeta Brîtanya îro Pêncşemê ragihand ku ji destpêbûna şerê Rûsya û Ukrayna vir ve pirtir ji 100,000 Ukraynî hatine wî welatî.

Reutersê ji zarê hikûmeta Brîtanya da zanîn ku ew Ukraynî di çarçoveya alîkarîya bo wan de bi du planan derbazî wî welatî bûne.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dide zanîn ku li seranserê Ewrupa 6,2 mîlyon penaberên Ukraynî hatine tomar kirin.

Pirtir ji nîvê wan penaberên Ukraynî serî li mafê rûniştinê ya demkî dane û tenê li Polonya pirtir ji 1,2 mîlyon Ukraynî hene.

Planên Brîtanya yên bo penaberên Ukraynî dihat rexne kirin jiber ku zêde burokratîk bû û çend hefteyan dajot.

Hikûmeta Brîtanya dide zanîn ku ew peyvajoya serlêdanê êdî bi temamî dîjîtal e û ew plan dike ku di 48 saetan de bersîva serlêdanan bide.

Bi plana hikûmetê, zarokên ji 18 salî biçûktir, bê ku mezinekî wan bi wan re hebe, dikarin bo derbazî Brîtanya bibin serlêdanê bikin.