Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky îro Pêncşemê bang li rêberên cîhanê kir ku alîkarîya berevanîyê bidin welatî wî û piştvanîya parastina esmanî ya Ukrayna hember êrîşkaran bikin.
Zelensky ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dijî Ukrayna û tevahîya cîhana demokratîk şereke daye destpê kirin.
"Serokê Rûsyayê dixwaze welatê me, her tiştê ku me ava kiriye, têk bibe," Zelensky got.
Wî da zanîn ku wan peywendîyên xwe yên bi Moskowê re qut kiriye.
Zelensky pesna hêzên leşkerî yên Ukrayna da û got ku ew mêrxasîya wan silav dike.
Wî ji sivîlan xwest ku ji êrîşên Rûsî netirsin.
"Em dest bi avakirina koalîsyoneke dijî Putin dikin. Min berê ji rêberên cîhanî daxwaz kir ku dijî Putin hemî toleyan ragihînin, piştgiriya berevanî ya mezin pêşkêş bikin û qada esmanî ya ser Ukraynayê ji êrîşkaran re bigirin."
Zelenskyy herwiha got ku divê ew bi hevre Ukraynayê rizgar bikin, cîhana demokratîk rizgar bikin û ewê serketî bin.
Serokê Ukraynî bang li hemû welatîyan kir ku welatê xwe ji hêzên Rûsî biparêzin û got ku ewê çekan bidin hemwelatîyan.