Ukrayna Banga Tundkirina Toleyan Dike

Ukrayna bang li dewletan kir ku toleyên dijî Rûsya tundtir bikin.

Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba ji Twitterê da zanîn ku ew bo toleyên pêşî spasîyê dikin, lê dîyar kir divê zêdetir zext çêbe.

‘’Niha bo Putin were rawestandin divê pirtir fişar çêbe. Dijî aborîya wî û derdora wî toleyan ragihînin.’’ Kuleba nivîsî.

Wî bang li dewletên cîhanê kir ku toleyan ‘’niha û tundtir’’ ragihînin.

Pisporên aborîyê dibêjin toleyên hatine ragihandin dê qonaxa pêşî ti bandoreke mezin çênake.

Karbidestên welatên rojava ser berfirehkirina toleyan danûstandinê dikin.