Ukrayna Bo Rizgarkirina Sivîlan 3 Korîdorên Mirovahî Dixebitîne

Dîmeneke ji hewlên rizgarkirina sivîlên li herema Irpin ya paytext Kîev, Ukrayna 7Adar, 2022

Hikûmeta Ukraynî ragihand ku ew îro Sêşemê sê korîdorên mirovahî bi kar tîne ku sivîlên li bajarê Mariupol ya dorpêçkirî û du bajarên bin dagirkirina Rûsya li başûr rizgar bike.

Cîgira serokwezîr Iryna Vereshchuk dîyar kir ku sivîl ji bilî Mariupolê wê ji bajarên Enerhodar û Melitopolê jî werin derxistin.

Korîdorên bo derxistina sivîlan li bajarê Zaporizhzhia yê li başûrê Ukraynayê digihêjin hev.

Her du bajar çend hefte ne ku di bin kontrola Rûsan de ne lê li wan deran xwepêşandan û revandina sîyasetvanên xwecîhî yên alîgirên Ukrayna qewimîne.

Rûsya jî rêyên valakirinê yên cuda bi kar tîne, lê Ukrayna îdia dike ku ew bi wan rêyan bi zorê sivîlên Ukraynî dişîne Rûsya.

Ukrayna û Rûsya hevdu bi astengkirina korîdorên mirovahî yên bo rizgarkirina sivîlan tawanbar dikin.

Bi alîyekî din ve, artêşa Ukrayna îro Sêşemê ragihand ku hêzên Rûsî ji 24'ê Şibatê vir ve pirtir ji 60 navendên olî li seranserê welêt wêran kirine.

Artêşê da zanîn ku herî zêde dêrên Ortodoks ku ola piranîya welêt e, bandor bûne, lê mizgeft, sînagog, dêrên Protestan û dibistanên olî jî hatine xira kirin.

Li gor nexşeyeke ku ji hêla artêşê ve hatîye amade kirin de, wêrankirina avahiyên olî bi gelemperî li derdora Kîev û li rojhilata Ukrayna pêk hatiye.