Ukrayna û Rûsya 50 Girtîyên Leşkerî û Sivîl Pevguhertine

Iryna Vereshchuk, cîgira serokwezîrê Ukrayna,

Cîgira serokwezîrê Ukrayna, Iryna Vereshchuk ragihand ku Ukrayna û Rûsya îro Pêncşemê bi giştî 50 girtîyên leşkerî û sivîl pevguhertine.

Vereshchuk di daxuyanîya xwe ya li ser medyaya civakî de got ku Ukrayna 10 "dagirkerên dîl" bi 10 leşkerên Ukraynayî re guhertîye.

Wê herwiha eşkere kir ku Ukrayna 11 keştîvanên sivîl yên Rûsî ku Ukrayna ji keştîyeke binavbûyî li Odesa rizgar kiribûn radestî Rûsya kiriye; di berdêla 19 keştîvanên Ukraynî ji keştîyeke lêgerîn û rizgarkirinê ya Ukrayna.

Vereshchuk hevdem da zanîn ku keştîya Ukraynî wê ji ser Tirkîyê re vegere.

Berîya daxuyanîya Vereshchuk ya ragihandinên pevguhertina girtîyên herêmî li ser astek piçûktir ji yên ku îro hat ragihandin hebûn;tevî neh leşkerên Rûsî di berdêla bajarvanekî Ukraynî jî.

Wezareta Derve ya Rûsya roja Çarşemê ragihandibû ku du pevguhertina girtîyan pêk hatine, lê ser dem û nasnameyan wan kesan hûrgulî nedabû.