Ukrayna Dibêje Rûsya Êrîşên Dronî Tund Dike

Dîmeneke ji navenda binesazîya enerjîyê ya li Ukrayna, ku jiber êrîşa mûşekî ya Rûsya zarar dîtiye, 27 Cotmeh,2022.

Ofîsa seroktîya Ukrayna îro Pêncşemê ragihand ku di êrîşên dawî yên Rûsya de li seranserê welêt herî kêm 4 sivîl hatine kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûne.

Walîyê herêma Kîevê Oleksiy Kuleba got ku Rûsya îro serê sibê bi dronan êrîş biriye ser navendeke enerjîyê ket û li wir şewat derketiye.

"Rûsya jibo têkbirina sîstema enerjiyê ya Ukrayna beriya zivistanê û terorkirina sivîlan, dron û mûşekan bikar tîne " Kuleba got.

Li gorî karbidestên herêmî, li herêma Zaporizhzhia jî navendeke enerjîyê bûye armanca bi roketên Rûsî.