Ukrayna Hişyarî Dide ku Seferberîya Rûsî Gefa Ser Wê Zêde Dike

Genarelê Ukraynî Oleksander Syrskyi îro Duşemê ragihand ku bi seferberîya Rûsya gefên dijî hêzên wan zêdetir bûne.

Syrskyi got ku bi seferberî re leşkerên Rûsî yên baş perwerdekirî hatine enîyên şer.

Syrskyi da zanîn ku her çiqas leşkerên perwerdekirî yên Rûsan zêde bûne jî kelûpelên wan yên leşkerî kevn in loma jî pêşveçûna Rûsan hêdîtir e.

Wî dîyar kir ku li baskê rojhilat yê Ukrayna girjî gur e û hêzên Rûs her roj dixwazin êrîşan bibin ser yekîneyên wan.

Şerê Rûsya û Ukrayna di dawîya Sibatê re destpê kiribû û Moskowê di Îlonê de seferberî ragihandibû.