Ukrayna Dibêje Hêzên Rûsya Nikarin Pêşde Herin

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku leşkerên Ukrayna li rojhilata bakurê welêt pêşdeçûna hêzên Rûsya rawestandine.

Reutersê ew agahî ji zarê jêderên serokomarîya Ukrayna ragihand.

Li gor jêderên serokomarîya Ukrayna, yekîneyên wan rê li ber hêzên Rûsya girtine ku ji bajarê Izyum derbazî Slovianskê bibin.

Ew jêder didin zanîn ku hêzên Rûsya bala xwe dane ser bakurê Ukrayna lê nikarin pêşde herin.

Karbidestên Ukraynî dibêjin ku berxwedana li tesîsa Azovstal ya Mariupol jî didome.