Ukrayna, Rûsya bi Girtina Sîvîlan Tawanbar Dike

Cîgira Serokwezîrê Ukrayna Iryna Vereshchuk dîyar kir ku Rûsya li axa xwe sîvîlên Ukraynî girtine.

Vereschuk da zanîn ku di nav girtîyan de rojnamevan, bizavkar û karbidestên hilbijartî hene.

Wê got ku ew sîvîlên Ukraynî li Kursk, Brysank û Rostovê, ku herêmên Rûsya ne, bi darê zorê hatine girtin.

Karbidestên Rûsya dibêjin îdiayên ser girtin û kuştina sîvîlan ne rast in.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku wê bi awayekî serbixwe piştrast nekiriye ku sîvîlên Ukraynî hatine girtin yan ne.