Di Dagirkirina Ukrayna de Rewşa Dawî

Dîmeneke piştî êrîşeke esmanî ya Rûsya li herema Obolon ya navenda paytext Kîevê 14Adar,2022

Karbidestên Ukrayna îro Duşemê dîyar kir ku jiber êrîşeke esmanî ya Rûsî îro Duşemê li herema navenda paytext Kîevê yek kes hatiye kuştin û 6 kes jî birîndar bûne.

Sazîya Xizmetên Awarte ya Ukraynayê got ku êrîşa esmanî li nêzî xaleke kontrolê pêk hatiye û zarareke mezin gehiştiye taxeke niştecihbûnê.

Karbidestan herwiha ragihand ku di encama hêzên Rûsî ya dijî kargeheke firokan de, 2 kes hatine kuştin, 7 kes jî birîndar bûne.

Kargeha balafiran ya Antonov mezintirîn kargeha Ukrayna ye û bi hilberîna firokên kargoyê yên cîhanê tê zanîn.

Revebirîya bajarê Kîev dibêjin ku piştî êrîşê li kargehê şewateke mezin derketiye û jiber şewatê jî keseke din mirîye û 3 kes jî birîndar bûne.

Ofîsa serokê Ukrayna Zelenkyy jî îro da zanîn ku, şer li derveyê paytext Kîevê; li rojava, bakur rojava, rojhilat û bakur rojhilat berdewam dike.
Ofîsê got ku karbidestên herêmê, bo pirtir derxistina sivîlên ji wan hereman amadekarîyan xurt dikin.

Hişyarîyên êrîşa esmanî bi şev li bajar û bajarokên li çaralîyê Ukrayna domyan; li nêzî sînorê Rûsyayê li rojhilat heta Çiyayên Karpatan yên li rojava.

Ofîsa Zelenskyy herwiha dîyar kir ku dijî avahîyên niştecihbûnê yên li nêzî bajarê Mykolaiv û li rojhilata bajarê Kharkiv êrîşên esmanî pêk hatine û stasyoneke televîzyonê ya li herêma Rivne hilweşîye.

Sê êrîşên esmanî ser bajarê Chernihivê hatiye kirin û piraniya bajêr bê germkirin e.

Li çend herêman bi rojan in ku elektrîk tuneye, karmênd hewl didin elektrîkê vegerînin lê, gelek caran rastî topbaranê tên.

Hikûmetê planên nû yên alîkariyên mirovî û korîdorên valakirinê ragihand, tevî ku di hefteya dawî de jiber topbarana berdewam hewildanên bi vî rengî, bi ser neketibûn.

Wezareta Berevanîyê ya Rûsya îro ragihand ku hêzên wê di 24 saetên borî de 11 kîlometreyann pêşve çûne û pênc bajarokên li bakurê Mariupolê, bi dest xistine.

Di peyamekî vîdyoyî de, berdevikê wezareta berevanî yê Igor Konashenkov di derbarê pêşveçûnên hêzên Rûsî de ti hûrgilî ne da.

Wî herwiha ser korîdorên mirovahî yan krîza li Mariupolê jî ti agahî eşkere nekir.