Ukrayna Dibêje Berxwedana li Mariupolê Didome

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku hin leşkerên Ukrayna yên li Mariupolê şerê dijî hêzên Rûsya didomînin.

Reutersê ew agahî ji zarê Serokwezîrê Ukrayna Denys Shmyhal ragihand.

Shmyhal da zanîn ku Mariupolê hîn neketiye û kontrola hin deverên bajêr di destê leşkerên Ukraynî de ye.

Wî dîyar kir ku hêzên Rûsya hîn temamê bajêr bi dest xwe nexistine.

Serokwezîrê Ukrayna bi berdewamî da zanîn ku ew dê ji welatên cîhanê piştgirîya aborî bixwazin.

Shmyhal got jiber şerê bi Rûsya re budçeya wan niha mehane 5 mîlyar dolar kêm e.