Hêzên Ukraynî di Rojeke de Zêdetirî 20 Bajarok û Gund Rizgar Kirine

Russian armoured military convoy struck near Izium

Serfermandarîya giştî ya Ukrayna îro Duşemê ragihand ku hêzên wê tenê di roja borî de zêdetirî 20 bajarok û gund yên li bakurê rojhilata welêt paşde girtine.

Serfermandarê Ukrayna General Valeriy Zaluzhnyi dîyar kir ku wan di vê mehê de zêdetirî 3 hezar km çargoşe ji destên hêzên Rûsî rizgar kirine û bi vê yekê 50 km ber bi sînorê bi Rûsya re pêşve çûne.

Berdevika fermandarîya leşkerî ya başûrê Ukrayna Natalia Humeniuk jî îro dîyar kir ku wan di du hefteyên borî de nêzî 500 km ji axa başûrê welatê xwe rizgar kirine.

Denis Pushilin, serokê rêvebirîya cudaxwazên aligirê Rûsya li eyaleta Donetsk, qebûl kir ku hêzên Ukraynî ji gelek alîyan ve zextê li ser wan dikin.

Lê, Pushilin ragihand ku wan hêzên Ukraynî li bajarê Lyman li rojhilata Izium rawestandine û herwiha wan serkeftinên zelal bi dest xistine.

Wî herwiha di şerê li Bakhmut û Vuhledar serkeftin ragihand ku Rûsya demeke dirêj êrîşên xwe li wê derê rawestandibû.

Moskow piştî xeta wê ya pêş ya li bakur-rojhilata Ukrayna têkçû di nava bedengîyê de bû.

Serok Vladimir Putin û karbidestên wî yên payebilind digotin ku "operasyona leşkerî ya taybet"ya Rûsya wek ku hatiye plankirin didome.

Herî dawî wezareta berevanîyê ya Rûsya roja Şemîyê pejirand ku hêzên Rûsî ji Izium û Balakliia li bakurê rojhilata Ukrayna bi tevahî vekişîne.

Wezareta Rusi vekişina hezen xwe wek jinûve komkirina plankirî ya bo şerê li Donetsk bi nav kir.

Çavder dibêjin ku jiber vekişînên hêzên Rûsî ji bakurê rojhilata Ukrayna dibe ku hêzên Ukraynî di demeke nêz de êrîşê ser herema ku ji 2014’an vir ve di destên Rûsya û alîgirên wê yên de ne.