Gumrika Tirkîyê Dest Daye Ser Keştîyekî Rûsî ku Genimê Dizî yê Ukrayna Barkirîye

Keştîya kargo ya bi ala Rûsî Zhibek Zholy li beravên bendera Derya Reş ya Tirkîyê

Balyozê Kîev yê li Enqerê Vasyl Bodnar îro Yekşemê ragihand ku karbidestên gumrikê yên Tirkîyê dest danîne ser keştîyekî Rûsî ku genimê dizî yê Ukrayna bar kirîbû.

"Hevkarîya me ya tam heye. Keştî niha li ber deriyê benderê radiweste, ji aliyê karbidestên gumrikê yên Tirkîyê ve hatiye girtin," Bodnar got.

Balyoz Bodnar bi berdewamî da zanîn ku rewşa keştîyê wê roja Duşemê bi civîneke lêpirsîneran dîyar bibe.