Ukrayna Dibêje di Êrîşên Rûsî de 5 Kes li Herêma Vinnytsia Hatine Kuştin

Dîmeneke ji êrîşên Rûsya yên li Ukrayna

Karbidestên Ukraynayî ragihand ku îro Duşemê herî kêm 5 kes jiber êrîşên Rûsya yên ser herêma Vynnytsia hatine kuştin.

Dozgerên herêmî yên Vynnytsiara dîyar kir ku di êrîşên mûşekî yên Rûsî yên îro ser bajarokên Zhmerynka û Koziatyn de 18 kesên din jî birîndar bûn.

Walîyê herêma Vinnytsia, Serhiy Borzov zûtirîn îro got ku mûşekên Rûsî binesazîya bingehîn ya girîng kirine armanc, lê wî ti hûrgilî nedabû.

Herêma Vynnytsia bi tevahî ji hêla Ukrayna ve tê kontrol kirin û ji xetên pêş yên şer gelek dûr e.