Ukrayna îro Şemîyê bi sedema şeva Cejna Easterê ku (Cejna vejîn û rabûna hezretê Mesîh) ya Ortodoksan ,li seranserê welêt qedexeya derketina derve ragihand.
Kyrylo Tymoshenko, cîgirê serokê ofîsa serokatiyê ya Ukrayna biryara qedexeyê îro bi peyameke vîdyoyî dîyar kir.
Tîmoşenko got ku li herêmên ku herî zêde ji dagirkerîyê bandor bûne - Donetsk, Luhansk, Zaporizhzhia, Kharkiv, Mykolaiv, Kherson - qedexeya derketina derve wê îro êvarê di saet 7'an de destpê bike û wê sibe Yekşemê saet 5'an de bi dawî be.
Wî herwiha da zanîn ku ewê li herêmên din, wek Kîev Odesa, Chernihiv û Lviv, qedexeya derketina derve wê îro şev di saet 11'an de destpê bike û wê sibe Yekşemê saet 5'an de biqede.