Zelenskyy Dibêje Ewê Hemî Muşekên Amerîkî yên Destê Wan Bixebitînin

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy got ku xêncî kanînên dûravêjîyê yên Kîevê bi xwe, sîstemên ATACMS yên Amerîkî jî di destê wê de ne û ewê hemîyan bixebitîne.

Zelenskyy ev gotin ser pirseke derbarê êrîşeke li depoya çekan ya Bryansk ya Rûsya kir.

Wî dîyar kir ku jibo ew piştgirîya ser êrîşên dûravêj bistînin ew bi hemî hevbendên xwe re dixebitin.

Serokê Ukraynî got ku jiber gotinên Rûsya yên ser karanîna çekên navokî êdî dem hatiye ku Almanya jî jibo karanîna çekên dûravêj piştgirî bide Kîevê.

Rêberê Rûsya Vladimir Putin îro Sêşemê polîtîkayeke nû ya navokî pejirand û got ku ger dijî axên Rûsî êrîşeke muşekî çêbe, Moskow dikare çekên navokî bi kar bîne.

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz hefteya borî bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re bi rêka telefonê bi qasî saetekê axifîbû.

Kîev dixwaze ku Berlîn muşekên dûravêj yên Taurus bide wê, lê ew bi dudilîyan tevdigere ku ev yek jî jibo Ukraynîyan xeyalşikestinê çêdike.

Jêder: Reuters