Ukrayna Êrişî Sê Mesfayên Petrola Rûsya Dike

Ukrayna b idronan êrişî 3 mesfayên petrola Rûsya kir

Roja Çarşemê jêderekî Ukraynayî ji Reutersê re ragihand ku Saziya Ewlekariyê ya Ukraynayê şeva borî bi firokeyên bê firokevan êrişî sê rafîner (mesfayên) petrolê yên Rûsî yên li herêmên Ryazan, Kostovo û Kirishy kirin wek beşek ji stratejiyek ku aboriya Rûsyayê lawaz bibe.

Wî jêderî diyar kir ku, "Vîdyoyên ku li ser Înternetê belav dibin nîşan didin ku bertek gelek girîng in."

Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir, ku bi şev, Hêzên Berevaniya Ukraynayê 2 êrîş birin ser baregeha esmanî ya Rûsyayê li Butorlinovka û firokexaneya leşkerî ya li herêma Voronezh.

Karbidestan roja Çarşemê got ku Ukraynayê di şeva duyê de li ser hev êrîşên dronan li ser çend herêmên Rûsî pêk anîn, û zêdetirî 30 dron li esmanê herêma Voronezh hatin wêrankirin.

Fermandarê herêma Voronezh, ku hevsînore bi Ukraynayê re, Alexander Gusev, bi rêya Telegramê got ku "metirsiya êrîşên dronan dom dike."

Wî diyar kir ku şeva borî "sîstema berevanî ya esmanî li herêmê zêdetir ji 30 firokeyên bê firokevan şopandin û têkbirin " û ziyaneke "sivik" gihişte jêrxaneyan û malên xelkê.

Li herêma Belgorodê jiber ketina bermayên dronan ziyan gihaye xeta boriyên gazê li gundekî û elektirîk hatiye qutkirin.

Ajansa nûçeyan ya Rûsî TASS ji zarê rayedarên herêmî yên Rûsî ragihand ku droneke Ukraynayê roja Çarşemê êrişî avahiya Saziy Ewlekariya Federal ya li bajarê Belgorod yê Rûsyayê kirîye.

TASS ragihand ku di encama êrîşê de ti ziyanên canî çênebûne, lê avahî zirar dîtiye.

Vyacheslav Gladkov Fermandarê herêma Belgorodê, ku hevsînre bi Ukraynayê re, li ser Telegram got ku "ti zirarek çênebûye."

Gladkov diyar kir ku 4 dronên Ukrayna li herêmê hatin têkbirin û li bajarokê Gubkinê jî zirar gihiştîye gelek malan.

Fermandarê herêma Kurskê Roman Starovoit got ku sîstema parastina esmanî herî kêm 4 dronên ku ji aliyê Ukraynayê ve hatibûn avêtin hatine têkbirin. Derabrê ziraran ti aghaî nehatin ragihandin.

Jêder: Reuters