Ukrayna Hevbendên Xwe Rexne Dike ku Balyozxaneyên Xwe yên li Kîevê Dadixin

Ukrayna piştî jimareke hevbendên wê dest bi girtina balyozxaneyên li Kîevê kir bang li wan hevbendan kir ku alozîya li welêt gur nekin.

Berî balyozxaneyên din Amerîka balyozxaneya xwe li gel girt.

Washingtonê dîyar kir ku wê ser êrîşeke berfireh ya gumankirî agahî sitandiye, lê zêdetir hûrgilî neda.

Yunanistan, Îtalya û Îspanya jî, ku endamên NATO ne, bi heman rengî ragihandin ku wan avahîyên xwe yên li Kîev ya paytext girtine.

Karbidestên Ukraynî hevbendan ser vê tevgerê rexne dikin û bang li wan dikin ku tirsê zêdetir belav nekin.

Li gor ragihandina wan karidestan Moskow bi gotinên ser êrîşeke berfireh ya muşekî operasyoneke psîkolojîk dimeşîne.

Îstixbarata leşkerî ya Kîevê bang li gel kir ku guh nedin peyamên sexte yên ser êrîşan.

Jêder: AFP