Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di civîneke awarte de derengî şeva Duşemê civîya piştî ku serokê Rûsyayê ragihandinek îmze kir, tê de du herêmên veqetandî yên Ukraynayê wekî dewletên serbixwe nas dike.
Balyozê Ukrayna yê li NY Sergiy Kyslytsya ji civatê re derbarê biryara Serok Vladîmîr Pûtîn ji bo naskirina herêmên rojhilat yên Donetsk û Luhanskê got: "Sînorên Ukraynayê yên ku ji aliyê navneteweyî ve hatine nas kirin naguhere û dê bimînin, tevî her daxuyanî û kiryarên Rûsyayê”
Wî her wiha got "Em ji Rûsyayê daxwaz dikin ku biryara naskirinê betal bike û vegere ser maseya danûstandinan. Em fermana bicihkirina hêzên din ên dagirker yên Rûsyayê li axa Ukraynayê şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku hêzên dagirker demûdest, bi temamî û bi awayekî verastkirî vekişin.”