Pişti demeka dirêj ji girjîyan û hewlên dîplomasî bo çareserkirina alozîya Ukrayna û Rûsya, êrîşa çeverêkiri ya Rûsya destpê kir û bersîvdana tund ya Amerîka û hevalbendan wê hat.
Serokê Amerîka Jeo Biden piştevanîya welatê xwe bo Ukrayna piştrast kir û got ku ewê alîkarîya gelê Ukraynî bikin.
Li alîyekî din Rûsya dibêje ku operasyona leşkeri wê berdewam be, hata armanc bi cîh werin û heta Ukrayna ji çekan vala bibe
Bandora şer helbet wê li alîyê aborî û sîyasî li ser Rojhilata Navîn bike. Tirkîye, wek endama NATO û herwiha dosta Rûsya hewil dide ku hevsîngîyeke baldar misoger bike.
Erê çaverîya çi tê kirin, ev mijara bernamê Tîrêj e bi mehvanên me mamostayê Zanîngeha Duhokê, Dr. Hewar Başir Sadûn û Mamê Memê Mamoî, endamê Federasyona Revenda Kurdistanî ku ji bajarê Stavropol ya Rûsya dijî.
Your browser doesn’t support HTML5