Ukraynayê Dibêje Wê 52 Ji 103 Dronên Rûsyayê Xistin Xwarê

Wêne ji Arşîfê ye

Artêşa Ukraynayê roja Yekşemê ragihand ku berevanîya wê ya esmanî 52 ji 103 dronên Rûsî ku şeva borî hatine avêtine, xistine xwarê.

Artêşê li ser Telegramê ragihand ku wan şopa 44 dronên winda kiriye û droneke din jî ji ser axa Ukraynayê ber bi Belarusê ve çûye, ku bi giştî behsa 97 doronan dike.

Wê, di derbarê 6 dronên mayî de ti agahî dîyar nekirin.

Lê artêşa Ukraynayê got ku li herêmên Kherson, Mykolaiv, Chernihiv, Sumy, Zhytomyr û Kievê, kargehên taybet û avahîyên niştîcehbûnê jiber êrîşa Rûsyayê zirar dîtine.

Karbidestên xwecihî dîyar kir ku bermayîyên yek ji dronên Rûsî ku hatine xistin, li herêma Kievê ketiye ser banê avahîyeke pirqatî û bûye sedema şewatê.

Çavkanî: Reuters