Ukrayna Dibêje Rûsya bi Dronan Êrîş Birine Ser Bajarê Zelenskyy

Ukrayna îro Înê ragihand ku Rûsya bi dronan êrîşên esmanî birine ser Kryvyi Rih ku bajarê serokê welêt Volodymyr Zelenskyy e.

Jêderên xwecîhî dîyar dikin ku di êrîşa de zilamekî 56 salî birîndar bûye.

Li gor wan jêderan, Rûsya bi 17 dronên Şahid yên Îranî êrîş birine ser Ukrayna, lê ji wan 16 li herêmên başûr û rojhilat hatine xistin.

Walîyê herêma Kryvyi Rih Serhiy Lysak ji Telegramê got ku bi êrîşan hin avahî zarar dîtine ku di nav wan de yên şaredarîyê û kompanîyên veguhestinê jî hene.

Jêder: AFP