Îstixbarata berevanîya Ukrayna, GUR îro Yekşemê ragihand ku hêzên Ukraynî cara pêşî li nav axa Rûsya êrîş birine ser firoka cengê ya Rûsî ya Sukhoi Su-57.
GUR’ê dîyar kir ku dîmenên ji esmên piştrast dikin ku firoka Rûsî ya nifşê dawî derb xwariye.
Wê îstixbaratê eşkere nekir ka hêzên Ukraynî çawa êrîş li dar xistiye.
Blogerekî navdar yê Rûsî, ku xwe bi navê Fighterbomber dide naskirin, dîyar kir ku nûçeyên ser êrîşa dijî Su-57 rast in û got ku êrîş bi dronekê çêbûye.
Fighterbomber da zanîn ku şarapnel li firokê ketiye û hîn niha ne dîyar e ku ewê firok were tamîr kirin yan ne.
Rojnamevanê leşkerî yê RIA ya ajansa dewleta Rûsî, Alexander Kharchenko êrîşa ser firokê rastexwe qebûl nekir, lê bi peyameke girtî dîyar kir ku divê jibo parastina firokên leşkerî hangar hebin.
GUR dîyar kir ku firok li firîngeha Akhtubinsk ya 589 kîlometreyan dûrî enîyên şer yên li Ukrayna bûye.
Li gor ragihandina GUR’ê wêne nîşan didin ku Su-57 7’ê Hezîranê saxlem e, lê 8’ê Hezîranê jiber peqînê zirar dîtiye.
Ukrayna ji Sibata 2022’yan ve dijî dagirkerîya berfireh ya Rûsî li ber xwe dide.
Her du alî jî bi muşek û dronan êrîşan dibin ser axên hevdu.
Derfetên muşekan yên Rûsya li gor yên Ukrayna fireh in ku Kîev di demên dawî de hewil dide jibo êrîşan bibe nav axên Rûsî dronan çêke.
Jêder: Reuters