Zelenskyy Dibêje Rûsya Amadekarîya Topbarankirina Odessayê Dike

Dîmenek ji bajarê Odessa yê Ukraynayê.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy îro Yekşemê got ku Rûsya plan dike ku bajarê Odessayê topbaran bike. Zelenskyy di daxuyanîyeke ser televizyonê got ku eger ev êrîş pêk bê, “ewê bibe tawaneke şer … tawaneke dîrokî.”

Serokê Ukraynî beşek ji daxuyanîya xwe bi zimanê Rûsî xwend, tê de bang li welatîyên Rûsî kir ku di navbera jiyan û koletîyê de hilbijêrin “li vê dema ku hîn jî pêkan e bedkarî bêyî windakirinên ku venagerin were têk birin.”

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin do Şemîyê got eger Ukrayna li ser vê rîya xwe bidome, ewê dewletbûna têkeve jêr metirsîyê.

Di dema civînekê de ligel karmendên kompanîya Aeroflot ya Rûsî, Putin dîyar kir ku çi herêmeke bê firîn li ser Ukraynayê “dê encam û berketên karesatî ne tenê ji Ukraynayê re lê belê jibo hemû cîhanê bîne.”

Serokê Ukraynayê rexne li welatên NATO kiriye ku herêmeke bê firîn ferz nekirine. Hevalbendîya Rojavayî dibêje danîna vê yekê dibe ku asta nakokîyê ligel Rûsyayê zêde bike.

Serokê Amerîkî Joe Biden Şemîyê bi şev ligel Zelenskyy axivî. Her du serokan behsa wê yekê kir ku çawa Amerîka û hevlbend û hevparên wê buhayê vî şerê jibo Rûsyayê bilind dikin.

Biden got ku rêvebirîya wî alîkarîya ewlekarî, aborî û mirovî jibo Ukraynayê zêde dike û ligel Kongresê kar dike jibo bêtir pere bo Ukraynayê were terxan kirin.