Berpirs: Ukrayna 30 Drone Li Başûr Û Navenda Welêt Xistin Xwarê

Wêne ji Arşîfê ye

Hêzên esmanî yên Ukraynayê 30 ji 40 dronên Îranî yên "Şahid" ku ji aliyê Rûsyayê ve hatibûn avêtin di êrîşeke bi şev de li ser herêmên naverast û başûrê Ukraynayê xistin xwarê, rberpirsên herêmî û leşkerî roja Şemiyê got.

Fermandariya Leşkerî ya Başûr ragihand ku 20 dron li navenda Vinnytsia û 10ên din jî li herêmên Odesa û Mykolaiv ên li başûr hatine xistin.

Natalia Humeniuk, berdevka fermandariya başûr, ji televîzyona Ukraynî re got ku Rûsya berdewam e li ser êrîşkirina binesaziya benderê, di nav de jî çemê Dunûbê, û di heman demê de hewl dide ku binesaziyên li herêmên din ên Ukraynayê bike armanc "ji bo ku bandorê li aboriyê bike".

Rûsyayê ji Tîrmehê ve êrîşên esmanî li dijî binesaziya hinartina genim a Ukraynayê li ser çemê Dunûb û li bendera Odesayê zêde kirine, dema ku Mosko dev ji peymaneke bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî berda, ku rê dide hinardekirina dexlên Ukraynayê bi ewle bi rêya Deryaya Reş.

Waliyê herêma Vinnytsia Serhiy Borzov got ku avahiyek li herêmê ket û şewateke bi hêz derket. Wî agahiyên din derbarê ziyanan nedan.

Rayedarên herêmê her wiha got ku 3 kes li başûrê herêma Xersonê ku nêzî eniyên şer e û gelek caran rastî topbaranê tê, birîndar bûne.

Çavkanî: Reuters