Ukrayna Dibêje Rûsya Êrîşên Dronî û Muşekî Didomîne

Artêşa Ukrayna îro Pêncşemê ragihand ku wê 2 muşek û 4 dronên Rûsya xistine.

Li gor ragihandina artêşê, dron li Kherson, Kirovohrad û Odesa hatine sekinandin.

Walîyê Kirovohrad Andriy Raykovych ji Telegramê dîyar kir ku ser êrîşan ti xisar nehatiye ragihandin.

Li Khersonê, Walî Oleksandr Prokudin got ku dronek hatiye xistin, lê hêzên Rûsî bi bombeyan êrîş birine ser herêmê û zarar dane çend malan.

Walîyê Dnipropetrovskê Serhiy Lysak ji Telegramê ragihand ku hêzên Rûsî bi dron û topan êrîş birine ser Nikopolê û di êrîşan de çend malan zarar dîtine.

Wezareta Berevanî ya Rûsya jî ragihand ku li Kursk û Oryolê dronên Ukrayna hatine pûç kirin.

Şûngirê Walîyê Kurskê Alexei Smirnov îro Pêncşemê ji Telegramê dîyar kir ku hêzên Rûsî bi şev bi dehan muşekên Ukrayna xistine.

Walîyê Belgorodê Vyacheslav Gladkov jî ji Telegramê dîyar kir ku Ukrayna bi dronan êrîş birine ser herêmê û di êrîşan de malekê û navendeke binesazîyê zarar dîtine.

Hin agahîyên vê nûçeyê ji Reuters hatine wergirtin.