Zelenskyy: Topên Rojavayî li Dijî Rûsan bi Bandor In

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy roja Çarşemê got ku topên ku wan ji hevalbendên Rojavayî wergirtine "bi hêz dest bi kar kirine" û alîkarîya dide bo astengkirina hewildanên artêşa Rûsyayê.

Zelenskyy got, "Ew top gelek kêrhatî ne." "Berevanên me derbeyên pir berbiçav li depo û cihên din yên ku ji bo rêxistina dagirkeran girîng in dixin û ev yek şîyanên êrîşa artêşa Rûsyayê bi awayekî berçav kêm dike."
Wî herwiha soza vegerandina kontrola hemû axa Ukraynayê da, dema ku Rûsya hewl dide herêma Donbasê ya rojhilatê welatî bigire.

Karbidestên Ukraynayê serê Çarşemê ji niştecihên mayî yên li parêzgeha Donetskê, ku beşek ji Donbasê yê, xwastin ku ber bi herêmên ewletir ve birevin dema ku Rûsya êrîşên nû li wê derê dest pê kirine.

Rêvebirê leşkerî yê herêma Donetskê Pavlo Kyrylenko gote medyaya Ukraynayê "Rûsyayê li tevahiya herêma Donetskê şer germ kirîye û mayîna sivîlan li wan deran xeter e."

Wî got "Ez bang li her kesî dikim ku vê herêmê vala bikin," "Valakirin dê jiyana we biparêze."

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn got ku yek ji armancên sereke yên dagirkirina Ukraynayê, ku di dawiya Reşemê da dest pê kiribû, ew e ku herêma Donbasê ya ku piranîya wê Rûsîaxêf e bi tevahî control bike.

Rêveberîya trênên Ukraynayê got ku ew dê hatûçûya trênên zêde bikin da ku valakirinê sanahî bikin.