Ukrayna Dibêje Hêzên Rûsî Bi Lezûbez Ji Herêmên Bakurê Ukraynayê Vedikşin

Şêwirmendê serokatiya Ukraynayê Mykhaylo Podolyak ewro roja Şemiyê got, hêzên Rûsî xwe bi lez û bez vedikişînin ji herêmên derdora paytext Kîevê û bajarê Chernigivê li bakurê Ukraynayê.


Wî li ser medyaya civakî got," Bi vekişîna lez û bez ya Rûsan ji herêmên Kîevê û Chernigivê bi tevahî eşkere ye ku Rûsya pêşîtîyê dide taktîkek cûda û giranîya xwe didin rojhilat û başûr."

Îstîxbarata leşkerî ya Brîtanî jî got ku hêzên Ukraynayê pêşveçûna xwe ya li dijî vekişîna hêzên Rûsî li derdora Kîevê berdewam dikin.

Serokê herêma Poltava got, mûşekên Rûsî li du bajaran li navenda Ukraynayê ketine û ziyan dane binesaziyê û avahiyên niştecihan.

Wezareta berevaniyê ya Rûsyayêjî ragihand ku wan bi mûşekên ku li hewa havêtine firokexaneyên leşkerî yên li Poltava û Dnipro ruxandine.

Rûsya Ukraynayê bi êrîşeke asmanî li dijî depoyeke sotemeniyê li bajarê Belgorod yê Rûsyayê tawanbar dike û Kremlinê got ku ew bûyer dikare bandorê li danûstandinên aştiyê bike, lê Karbidestekê Ukraynî yê paye bilind yê ewlehîyê berpirsiyariya wê êrişê red kir.


Di wê navberê da karesate ser xelkê sivîl yê Ukraynayê berdevam dike. Niştecihên ku ji herêma dorpêçkirî ya li derdora bendera Mariupolê li başûrê welatî direvin û bi konvoyek otobus û otomobîlên taybet xwe digihînin Zaporizhzhia ya di bin kontrola Ukraynayê da.


Xaça Sor dibêje ku hewildana wê ya rizgarkirina Mariupolê neçar maye ku paşde vegere jiber ku "şert û mercan rê nedaye ku ew armancên xwe bicih biînin", lê ew dê dîsa hewildanên xwe îro bidomînin.


Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ragihand ku ew 300 milyon dolaran wek "alîkariya ewlehiyê" bo Ukraynayê terxan dike da ku ew şîyanên xwe yên berevaniyê bihêz bike. Ji bilî wan 300 mîlyon dolaran, Waşîngtonê heta nûke ji dagirkirina Rusyayê êreve 1.6 milyar dolar harîkarîya Ukraynayê kirîye.


Di pakêtê de sîstemên roketên bi lazer, dron, cebilxane, amûrên dîtina şevê, sîstemên ragihandinê yên ewleh yên taktîkî, kelûpelên bijîşkî û wesayîtên zirxî hene.